Linux û nivîsbariya azad a kurdî

Linux a kurdî amade ye! Em bi taybetî Ubuntu Linux tawsiye dikin. Z êdetir agahî di rûpelên me yên Linuxê û di malpera Ubuntu ya kurdî de heye.

Nivîsbariya azad a kurdî

Li vê derê em dixwazin agahî di der barê nivîsbariya azad a kurdî de bidin.

Heke tu bixwazî alîkariya wergergandina bernameyên din bikî, ji kerema xwe ji me re binivîse.

Alîkarî ji bo bikaranin û wergerandina nivîsbariya azad di Windows û Linuxê de di wîkiya FerhengWîkî (http://wiki.ferheng.org) ya me de heye.

GNU/Linux Linux a kurdî 

Parceya girîngtirîn a xebata me sîstema Linux e. Ubuntu Linux û Mandriva Linux bi kurdî hene. Lê gelek bernameyên ji bo Microsoft Windowsê jî li vir in. Hemû bernameyên me nivîsbariya azad in. Li benda Windowsê nesekine, îro Linux a kurdî biceribîne.

Ubuntu GNU/Linux Ubuntu ya kurdî

Distrîbusyona Linux a kurdî ya yekemîn Ubuntu ye.

firefox-ku Mozilla Firefox

Firefox gerokeke bilez û ewlekar e. Firefox niha bi kurdî jî heye.

Mandriva Mandriva

 Distrîbusyoneke din a Linuxê ye. Projeya Linux a kurdî bi Mandriva destpêkiribû, lê êdî nayê şopandin.

AbiWord Abiword

Bernameya nivîsê ya bi kontrola rastnivîsê ya kurdî ya yekemîn AbiWord e.

Openoffice.org OpenOffice.org

OpenOffice.org paketeke ofisê (nivîs hesibandin, pêşkêşkirin û hwd) ya bi kontrola rastnivîsê ya kurdî ye. OpenOffice.org dikare her tiştê Microsoft Office dikare - û zêdetir.

Ferheng.org

Ferheng.org bernamyeke ferhengê ye.