OpenOffice.org

OpenOffice.org 2 & MySpell

DicOOo

menuya format

menuya character

Hişyarî: Malpera fermî ya OpenOffice.org a kurdî vebû. Agahiyên dawî li wir in. Dibe ku agahiyên li vir kevn in.

OpenOffice.org ci ye?

OpenOffice.org pakêteke bernameyan ji bo ofîsê ye. Reqîba girîngtirîn yê Microsoft Office e. OpenOffice.org nivîsbariya azad e.
OpenOffice 2.1 niha li kurdî tê wergerandin. Em hevîdar in di dema nêzîk de wê xelas bibe. OpenOffice 2.0 niha jî desteka kurdî dide. Kontrola rastnivîsa kurdî tê de heye.

MySpell ci ye?

MySpell bernameyeke ji bo kontrola rastnivîsê ye. MySpell di bernameya OpenOffice.org de tê bi kar anîn. Ji bo mînakeke bitikîne ser wêneyê.

MySpell niha di asta ceribandinê ye. Dixebite, lê lîsteya peyvên nas ne dirêj e (~10.000 peyv).

Ez cawa bistînim?

Malpera fermî ya OpenOffice.org a kurdî http://ku.openoffice.org e. Li wir pakêtên nûtirîn jî hene.

Heke gel te OpenOffice.org hebe, ferhenga kurdî bi DicOOo daxe. DicOOo wê MySpell a kurdî serbixwe saz bike.

Heke tu dixwazî bi destê xwe saz bikî, tu dikarî paketa MySpell a kurdî ji vir jî daxî:

Ez cawa saz bikim?

Heke gel te OpenOffice 2.0 hebe, daxistina bi DicOOo'yê bes e. Xwediyên OpenOffice 1.1.x dîsa dikarin bi DicOOo daxin, lê divê sazkirin bi destê xwe cêkin.

Ez cawa bi kar bînim?

Di OpenOffice.org'ê de wekî zimanê nivîsê "Kurdish (Turkey)" hilbijêre. Di versyona 2.0 de ev di menuya Te��e > Karakter de cêdibe. Li wêneyên tu vê dikarî ba�� bibînî.

Di zimanê kurdî de standart tune, MySpell ci dike?

Helbet rastnivîsa kurdî tê nîqa�� kirin. Em bi xebatkarên capemeniya kurdî re dixebitin da ku kurdiyeke nûjen û rast bê bi kar anîn.

Ez cawa "MySpell"ê firehtir bikim?

Nivîsara "MySpell a kurdî" agahî dide.

Tekilî û e-name

Dema ��a��tî ango kemasiyên bibinin, ji me re binivîsin!
Heke bixwazin rexne an pê��niyaz bikin, ji me re binivîsin!
Heke bixwazin alîkarî bikin, ji me re binivîsin!

Zêdetir agahî


powered by cmsimple.dk - template by cmsimple-styles.com