Ne teketî (Têkeve)

Vanilla 1.0 is a product of Lussumo. More Information: Documentation, Community Support.


Wergera kurdî : Koma PCKurd

    • CommentAuthorgelawej
    • CommentTime19 09 2007 hatiye sererastkirin
     
    Hevalno.Ez dixwazim em di derbarê peywên zaraveya soranî jî guftûgo bikin.Ez niha li ser soranî jî pir dixebitim.Ger pirsên we hebin fermûn.
    • CommentAuthorwelato
    • CommentTime19 09 2007
     
    welleh ez dixwazim yan zazaki yan ji sorani hin bibim le heta niha min tu dokumanter peyde nekiriye?
    pirseke taybet: tu sorani çawa hin bu? tu li başur mayi yan na? (tu dikari nebersivine)
    • CommentAuthorgelawej
    • CommentTime20 09 2007
     
    weloto ez li başûr jiyan dikim.Ez soranî di nav civaka başûr de hîn bûm.Bi taybet bi alfabeya erebî de pirsgirêkên min hebûn.Lê ez pir xebitim û niha jî ez dikarim bêjim ku xirap nînim.Ez nanivîsînim lê bi hêsanî dixwinîm.Pir caran karê wergeranê jî dikim.Em dikarin guftugoyên xwe berfirahtir bikin.
    • CommentAuthorrojo
    • CommentTime21 09 2007
     
    Silav li te gelawej,
    Ez dixwazim tam soranii teu bigheum. Ji ber ku ez meraqdarim min pir zêde li qenalên esmanii yên soranan guhdarii kiriye uu iiro detwanim bi taybetii ji nuuçeyan tê bighêm. Lê min li tirkii ne pirtuukek ku soranii rê dide diit uu ne jii li ser tora iinternetê ti malper an saytên ku soranii rêbidin nediit. Xwedê zane hiin jii niine.
    Lê dixazim tiştekii pir giriing li vir bêjim. Soran dixwazin kurmancii ji holê rakin. Gelek kurmancên hiin bi vê nêta birayên xwe yên soran nehisiyane. Li Televizyonên wan hima hima ji %80-90 bi soranii ne. hima hima hemuu rêvebir uu berpirsên dertên tv yan bi zaravayê soranii diaxivin. uu van rojan dest bi minaqeşeySilav li te gelawej,
    Ez dixwazim tam soranii teu bigheum. Ji ber ku ez meraqdarim min pir zêde li qenalên esmanii yên soranan guhdarii kiriye uu iiro detwanim bi taybetii ji nuuçeyan tê bighêm. Lê min li tirkii ne pirtuukek ku soranii rê dide diit uu ne jii li ser tora iinternetê ti malper an saytên ku soranii rêbidin nediit. Xwedê zane hiin jii niine.
    Lê dixazim tiştekii pir giriing li vir bêjim. Soran dixwazin kurmancii ji holê rakin. Gelek kurmancên hiin bi vê nêta birayên xwe yên soran nehisiyane. Li Televizyonên wan hima hima ji %80-90 bi soranii ne. hima hima hemuu rêvebir uu berpirsên dertên tv yan bi zaravayê soranii diaxivin. uu van rojan dest bi minaqeşeyên "zimanekii yekgirtii" tê kirin. Em zanin qesta ji "zimanê yekgirtii" soraniiye uu wexta têkeve piraktiikê ewê li hemuu dibistan uu zankoyan tenê zaravayê soranişi bê bikaraniin. Yanii Kurmancii dê ji dezgehên perwerde uu yên din bê avêtin. Wateya veya jii eve ku dê nifşên nuu yên kurmancên başuur kurmancii ji biir bikin uu ewê kurmancii ji holê rabe. Ma Tirk jii li tirkii kurmancii qedexe nekirine. Gelo wexta ku kurmancii li kurdistana "azad" bê qedexekirin emê çawa bi çavê "Kurda" uu "Biraya" li Soranan binerin. Binerin, li Başur nêziika 6 milyon kurd hene uu ji vana 2-2.5 milyon bi kurmancii dipeyivin. ji bilii soranii hawramanii jii li başuur heye. Yanii li başur soran hima hima ji alyê nifuusê bi qaysii Kurmancane. UU ji çel milyon kurda jii ji %70-80 kurmancin. Soran radibin ji bo ku Kurmancii ji holê rakin ketine nav tevgeran. Mirov li vir ji xwe dipirse me eger kurmacii ji holê rabe ewê çawa têkilii (ilişki) di navbera kurdên bakuur uu başuur de çêbive? Ev mijarek pir giriinge uu divê em pir li ser vê yekê rawestin. UU birayên sorana bidin nasiin ku ev tiştekii zêde zêde çewte, uu jii niha v wan bi dengekii bilind hişyar bikin: Ger Kurdistana we "soraniistan" be Kurmanc ewê ji we veqetin uu dê "Kurmancistan"a xwe ava bikin. UU bi vii şiklii huunê dawiya "Kurdistan" biinin.
    • CommentAuthorwelato
    • CommentTime21 09 2007
     
    http://www.geocities.com/soraniferheng/sorani/index.html
    di vir de ferhenga soranî-kurmancî heye
    di heman katê de di malpera "http://ku.wiktionary.org/wiki/Ser%C3%BBpel" de ferhenga kurdî-kurdî heye ( di ferhengê de ji hemû zaravayan peyv hene, ev jî zaravayan nêzîkî hev dike)
    • CommentAuthorgelawej
    • CommentTime22 09 2007
     
    rojo.Ez gotinên te ji gelek aliyan ve rast dibînim.Ev pirsgirêkê ez jî ji pir nêzik ve dişopînim û jiyan jî dikim.Niha serîda em dikarin vî tiştî bînin ser ziman:Bo welatekî zimanekî fermî divêt hebe.Wek nimûne di parlemen û daireyên fermî hwd. divê zimanekî fermî yê standart hebe.Em dikarin nimûneyên dewletên din de jî vê yêkê bibînin.Lê tiştê ku li başûrê welêt tê jiyankirin vê yekê di ser xelk de ferzkirin e.
    Niha hinek tişt hene li başûr.Di warê wêjê de gelek berhem bi soranî ne.Soranî ji gelek aliyan ve bûye zimanê nivîsê, hûner ê.Ez Behdînan û cihên ku soranaxev tînim ber hevdu, berhemên soranî ji gelek aliyan ve dewlemend û pir in.Niha ev yek dikare mirov bide qebûlkirin ku divê soranî wek fermî bê bikaranîn.
    Lê mesele ne ev mesele ye.Mesele rastiya kurd e.Ez pir ecêb dibînim ku hinek berpirsên kurmanc yên başûr, tu car kurmancî neaxivin.
    Kurd hêj wek çar perçe jiyan dike.Kurd hêj bi azad zimanê xwe nikare binivsîne û bixwîne.Kurd hêj li bakur, li rojhilat û başûrê rojhilata welêt bi ziman û bi zaraveyê xwe nikare bixwîne û binivsîne.Ji ber vê yekê divê hemû perçeyan kesên pispor û zimanzan bi hev re rûnên û guftûgoyên berfireh bikin.Niha li başûr hinek kes biryaran digirin lê em gelek ji wan nasnakin.Ev mesele hêsan nîne.Lê niha j bilî gotûbêjan tê xwestin ku vê yekê veşerîn û li gor xwe(li gor saranî) sererast bikin.
    Ez naxwazim dirêj bikim.Bi kurtî:Li gor min ev pirsgirêk bi rojek an jî salekî naye çareserkirin.Niha çareserî dikare wisa be.Li deverên soran dersên kurmancî, di deverên ku kurmancaxêv jî soranî wek ders bê xwendin.Duyemîn di nav hevokan de peywên soranî, kurmancî heta zazakî û hewramî jî divêt hebin.
    Di dawiyê de rojo.Gelo kurd ê bibe netew???????Wek xelkêeee
    • CommentAuthorgelawej
    • CommentTime22 09 2007
     
    rojo ez dixwazim tiştek din jî bêjim.Em bakûrî ji ber vê meseleyê serê xwe pir diêşînin.Lê cihê balkeşiyê ye li kurmanc3en başûr tu dengekî diyar tune ye.ê lo bira.Hal wisa be em ê çi bikin.Yê kurmanc êdî bi soranî diaxivin.Gelo çi bandora axaftina me an jî qîraqîja me hebe.
    • CommentAuthorrojo
    • CommentTime25 09 2007
     
    Di mesela ziman de bakurî başûrî tineye. Tiştê li vir bahs lê tê kirin kurdîye, zimanê Kurdîye. Ti heqqê sorana tineye ku Kurmancî ji holê rake. Derbarê vê meselêde tiştekî bi navê Kurmancê Bakûr-Başûr tineye. Ma ji bo ko ez ji bakûrim ezê bihêlim Kurmancî ji perçekî welatê min ji holê bê rakirin. Ezê bahsa van tişta bikim heta Kurmancên Başûr hişyar bivin. Zaten piştî hişyar bûn ewê bi xwe pêşî li soranên faşişt û mejî teng û dûrî kurdayetiyê bigrin. Peyva min ya dawî jî eve, heger soran rêzê ji Kurmancî negrin ez jî wan wek Kurd nahesibînim û ez ew dê ji du netewê cûda bim. Ma Kurmanc ne koleyên Soranên bê aqilin.
    • CommentAuthorBilindo
    • CommentTime26 09 2007
     
    tu rast dibeji le dijminti ji me ra bash nine keke!ci hatiye sere me heta niha ji wi mesele hatiye. gelek em hishyar bin u milete xwe hishyar kin le ne dijminti bre xwe ra bikin!
    slav u rez...
    • CommentAuthorgelawej
    • CommentTime26 09 2007 hatiye sererastkirin
     
    E wele tu rast dibêjî û heqe jî.Divê tu werî başûr û tekoşîna xwe bidî.ka ez jî dê te bibînim, bê çawa be.
    Min xelet fêm meke.Ez ji gelek aliyan te baş fêm dikim.
    te gotiye hişyarî.Li gor te hişyarî çiye.
    ew yek an jî ew biryar bi guftûgoyên berfireh ve nayê kirin.Hinek kes biryar digirin û hinek jî dipejrînin.
    mesele ev e...Guftûgo di demokrasiyan de dibe.Pirzimanî, pirzarevayî di çanda demokrasî de şîn dibin, şitil didin û berhem didin.Li gor min bindest kîtabên demokrasî yê ji ber dikin, lê momosteyên wan jî dîktatorên wan in.mamoste çi fermû ye ew yek jî tê kirin.
    Di nav kurdan de hêj mamosteyên çanda demokratîk min nedîtiye.Ger tu bibînî ji min re jî bêje da ku ez jî bibim şagirtê wî.Ji ber ku kurd hêj di bin sihên hinek kesan ku ji xwe re kirine xweda de dimeşin.
    Her bijî yê ku di bin siha xwe de dimeşe.
    • CommentAuthorBilindo
    • CommentTime27 09 2007
     
    le bele! eme te ci ceken tu beje?! bikevine nav hevdu? sorani ker nebin te bizanibin be kurmanc nikarin naneki rehet buxwin! gotna tirko "etleri ne butleri ne" disaji ez tibejim bi speheyti em nevewxeda mineqase bikin speheyti cenabe juxwe jime tishteki cenabe! ez bash fehmtikim te le nikarim bash binivisim! qusura min nenere! pi tirki bashtir e tikarim pitera minaqeshe bikim le ez naxwezim!
    bimine sagiye da...
    • CommentAuthorgelawej
    • CommentTime27 09 2007
     
    turkce de yazabilirsin Bilindo.
    • CommentAuthorBilindo
    • CommentTime27 09 2007
     
    bi tirki binivisim eze canki bi kurdi hirabim? toneki foruma kurdan pi tirki hene :) tikarim livir deran bi tirki binivisim. te nebe tishteki ecep li foruma kurdi da meseleya kurdi pi tirki mineqshe bikin? :) tu bash dinivisi! dive ji te tishtan hirabim :)
    roj bash...
    • CommentAuthorgelawej
    • CommentTime27 09 2007
     
    Wele min te baş fêm nekir bilindo.:)
    • CommentAuthorbefrin
    • CommentTime27 09 2007
     
    .
    • CommentAuthorrojo
    • CommentTime29 09 2007
     
    Gelawej tu werê xuyadike ku te teslîmî polîtîkaya Sorana kiriye. tu dibêje " Divê tu werî başûr û tekoşîna xwe bidî". Em Kurmanc dê çawa biçin başûr, ma emê wir dagîr bikin bira? Tiştekî wilo ne mikune û ne pêwîste. Ez liser 2-2.5 Kurmancên Başûr hesaba dikim. Anha/niha Kaosek ji bo Kurdên başûr hene. Milletê Tirk, Faris û ereban, yanî hersê Neteweyên ku ji bo min ne evdê Xwedê lê yên şeytanin, di nav tevger û bizavadene ku Kurda bi yekcarî ji holê rakin. Dek û dolap pirin. Di ev rewşa Kaotîk Kurmanc rabin şerê Soranan bikin, şerê bi tiving û topa ez dibêjim, ji bo Kurda zerarek mezin çêdibe. Kurd ewê hertiştê xwe wendabikin. Dibe ku Kurmanc ji ber "Kertiya" û "Faşistbûna" Soranan çavê xwe digrin, dengê xwe nakin. Bi yek carî bê dengî nebaşe, Kurmancên başûr ^lazime hêdî hêdî dengêw xwe bilind bikin, lê nekevin şerê çekdarî.
    Ger Kurmancê Başûr vê çewtiyê ji holê ranekin dê Kurmancî û ji %70-80 Kurdan derbeyek mezin bixwin. Tiştê ku em Kurmancên ji derveyî perçê başûr lazim bikin eve: dê herdem bahs û qala çewtî ,şaşî, kertî, bêaqlî u faşistîya sorana bikin. Belkî e çaxê Kurmancên Başûr hişyarbivin û hinek soran bên ser hişê xwe.

    Niha netewa Kurd li perçê başûr di rewşek hestiyar û hessas deye. Him ji aliyê hebûn-tunebûn, him jî ji alyê ziman de.
    Ger em bên ser ka kîjan zareve xurte, Kurmancî gelekî ji Soranî xurttir û têkûztire. Him jî kevintire. Ev 100-150 sale edebiyata niviskî ya sorana destpêkiriye û helbestvan^n wan yên mezin ne ji 150 salî kevintirin. LÊ Helbestvanên zaravê Kurmancî binerin , herî kêm 400-500 sal kevne. Dema Ku Mem û Zîn hate nivîsandin hîna edebiyata Sorana tinebû. Hina di soranî peyvek ku şûna "ji" bigre tineye. Soran ji bo "li" û ji bo "ji" jî tenê "Le" bikartînin. Veya tenê mînakek bû. Minak pirin.
    • CommentAuthorgelawej
    • CommentTime29 09 2007
     
    Pirr bi çavreşî nêzikî vê meselê dibî.Lê li gor min radîkalîya pirrêjeyî tu sûd nadê mirov.li ser min nêrîn didî, lê tiştê ku agahiyê te di derbarê wî de tune ye nêrîn mede.Mesele teslîmbûyîn nîne.
    Ev mesele ne bi rojekî an jî bi salekî bi dawî an jî bi encam dibe.
    • CommentAuthorrojo
    • CommentTime1 10 2007
     
    Tukesî negotiye ev mesele di rojek an salekêde tê çareserkirin. Tişta min di derbarête de got li ser ew bingehê bû ku nivîsênte ava kiriye. Yanî agahiyami li ser te derbarê zimande te bi xwe niîsandiye. Carna divê mirov radîkal be, hişk be. Vexta dewletek têkev nav erdê te û te dagîr bike û ti bi tûndî bersîv nede tê ji holê bê rakirin. Mesela ziman jî meseleyek ku divê Kurmanc bi tûndî bers'ivê bide. Tirk bi kêfa dilê xwe li welatê me digerin. Ji ber ku tu bertekek bi hêz ya berdewam li hember xwe ne dîtin îro em ketin vî halî. Sibê ewê Kurmancî têkeve rewşek weka ya kurmancî li hember Tirkî. Wekî peyva bav û kala, bêhna fireh herdem nebaşe.
Şîroveya xwe bişîne
    Navê Bikarhêner Şîfre
  • Formata şîroveyê