Linux a kurdî amade ye! Di 1'ê hezîranê 2006'an de Ubuntu Linux 6.06 derket. Zêdetir agahî di rûpelên me yên Linuxê de heye.

Nivîsbariya azad a kurdî

Li vê derê em dixwazin agahî di der barê nivîsbariya azad a kurdî de bidin.

Parçeya girîngtirîn a xebata me sîstema Linux e. Ubuntu Linux û Mandriva Linux bi kurdî hene. Lê gelek bernameyên ji bo Microsoft Windowsê jî li vir in. Hemû bernameyên me nivîsbariya azad in.

Firefox gerokeke bilez û ewlekar e. OpenOffice.org paketeke ofîsê ye. Abiword bernameyeke nivîsandinê ye. Ferheng.org bernamyeke ferhengê ye.

Heke tu bixwazî alîkariya wergergandina bernameyên din bikî, ji kerema xwe ji me re binivîse.

Alîkarî ji bo bikaranin û wergerandina nivîsbariya azad di Windows û Linuxê de di wîkiya FerhengWîkî (http://wiki.ferheng.org) ya me de heye.